Wezîra Çandiniyê: 4 bendavên nû yên stratejîk li Herêma Kurdistanê tên çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê dibêje, wan bi hikûmeta federal re lihev kirine ku 4 bendavên stratejîk li Herêma Kurdistanê ava bikin.

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî îro di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, wan ligel hikûmeta federal rêkeftinek kirine ji bo avakirina 4 bendavên stratejîk li Herêma Kurdistanê û îsal dest bi avakirina wan dikin.

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê amaje bi wê jî kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî qeyranan, 8 bendavên mamnavend ava kirine û dê bi berdewam bin di çêkirina hewzan jî avê jî.

Da zanîn jî, li Herêma Kurdistanê bi giştî 23 bendav hene, ji bo hilberîna elektrîkê, avdanî, geştiyarî û gelek armancên din têne bikaranîn. Ev pêngavên Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo parastina avê û nehiştina bandorên hişkesalî ne.

Bi sedema çêkirina bendavan, di sala 2024an de rêjeya komkirina avê li Herêma Kurdistanê bi giştî dê bibe zêdetirî sê milyar metre sêcar, di demekê de di sala 2023an de, zêdetirî 2 milyar metre sêcar av bû.