Serokê Herêma Kurdistanê cejna Kakeyîyan pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê cejna Qewiltasê li welatiyên Kakeyî li Herêma Kurdistanê û Îraqê û hemî cîhanê pîroz dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 25.1.2024) peyamek belav kir ku tê de dibêje, “Ez bi dilgermî û ji dil û can cejna Qewiltasê li tevaya welatiyên xweşevî yên Kakeyî û Yarisanan li Herêma Kurdistanê û Îraqê û li her dera lê bin pîroz dikim. Ez hêvîdar im cejneka xweş û aram derbaz bikin”.

Herwesa Serokê Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Em bi vê helkeftê ezîzên Kakeyî û welatiyên xwe ji hemî pêkhatên Kurdistanê piştrast dikin ku wekî herdem em dê piştevan û parêzerên mafên wan bin û Kurdistan dê her welatê hemiyan û landika pêkvejiyanê û tevrengiyê û lêborînê bimîne”.