Îranê 4 ciwanên Kurd ên siyasî bidarve kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Dadwerî ya Îranê 4 welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku hemû girtiyên siyasî bûn, bidarve kirin.

Malpera Desthilata Dadwerî ya Îranê 29ê Çileya 2024an ragihand, cezaya bidarvekirinê li ser 4 kesên bi navê Muhsen Mezlum, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî îro demjimêr 05:00 li zîndana Qizilhesarî hat cibicîkirin.

Her yek ji Muhsen Mezlûm 27 salî û ji Mahabadê ye, Mihemed Feramerzî 28 salî û ji bajarokê Dewlan ê parêzgeha Sine ye, Wefa Azerbar 26 salî û ji Bokanê û Pijman Fetehî 29 salî û ji bajarê Kamêran ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyariyên Rêxistina “Hengaw” a Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, ew her 4 ji 19 mehan ve girtî ne û ji mafê parêzeriyê bêpar bûn. Tenê duhî 28 Çile ji bo cara yekem û dawî rê ji malbata wan hat dayîn ku kurên xwe li zîndana Ewîn a Tehranê bibînin û piştre rasterast ji bo cibicîkirina cezaya bidarvekirinê, ji bo zîndana Qizilhesarê ya bajarê Kerecê hatin veguhastin.

Şaxa 26’an a Dadgeha Tehranê bi tometa “hebûna pêwendiya wan a sêxuriyê bi Mossada Îsraîlê” re, roja 18ê Îlona 2023an cezaya bidarvekirinê li wan her çar girtiyên siyasî yên Kurd birî.

Lê rêxistina “Hengaw” dibêje, li gorî pîvanên navxweyî yên Îranê jî, kêmtirîn pîvanên dadgehkirineke şefaf û dadperwerane di dosyeya wan de nebû û mafê wan ê parêzgeriyê nebû, ji ber wê di dosyeya tomtbarkirinê û darizandina wan de, nezelalî heye.

Herwiha malbatên wan 4 ciwanam jî tohmetên Desthilata Dadwerî, dadgeh û hêzên ewlehiyê yên Îranê red kirin ku kurên wan destê wan di sîxuriyê de hebe.

Ciwana Teymesî ku hevjîna Muhsen Mezlûm e got, malbatên wan 4 ciwanan 19 meh in ji hevdîtina kurên xwe hatine qedexekirin û tometa sîxuriya Mossadê jî, sînaryoyeke hêzên ewlehiyê yên Îranê ye.

Herwiha got, ew her 4 di çend mehên zindanê de û di bin eşkenceyên giran de, neçar bûne ku li wan tometan mikur bên û li televîzyonên Îranê weşandin, da ku biryara dadgehê veşêrin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ew 4 ciwanên Kurd endamên Komeleya Şoreşger a Kurdistana Îranê bûne û roja 22ê Hezîrana 2022an li gundê Yengeceyê yê ser bi devera Somaya Biradost a parêzgeha Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibûn girtin.