Fewzî Qedûr: Swîsra dixwaze peywendiyên aborî û siyasî bi Herêma Kurdistanê bihêztir bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swîsreyê ragihand, serkirdeyên cîhanê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê dikin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swîsrayê Fewzî Qedûr ji K24ê re ragihand, Komîteya Korbenda Davosê û Hikûmeta Swîsreyê weke dewlet serederiyê bi Herêma Kurdistanê re dikin. Herwiha amade ne ku her alîkariyekê bidin Herêma Kurdistanê.

Fewzî Qedûr got jî, serkirdeyên cîhanê li Davosê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kirin û piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kirin û tekez li ser parastina serweriya Herêma Kurdistanê kirin.

Tekez kir jî: “Hikûmeta Swîsreyê giringiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê û hertim daxwaza pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên aborî û siyasî di navbera her du aliyan de kiriye.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swîsreyê ragihand, çavê hemû welatên Ewropayê li gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê ne û dixwazin Herêma Kurdistanê gaza sirûştê ji Ewropayê dabîn bike.

Duhî 28ê Çileyêa 2024an, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Sêyemîn Konferansa Nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatên derve, li Hewlêrê dest pê kiribû.