Li Diyarbekirê bi salan e çanda çêkirina salepê berdewam dike

Çêkirina salepê
Çêkirina salepê

Diyarbekir (K24) – Di demsala zivistanê de li piraniya welatan salepa germ a bi şîr û şekir, yek ji vexwarinên jêneger e. Li Diyarbekirê jî bi dehan sal in ev çand berdewam dike. Ji ber ku fêdeyên salepê ji bo tenduristiya mirovan zêde ye û ji aliyê welatiyan ve tê xwestin, hemû pastexaneyên Diyarbekirê rojane bi dehan kilo salepê dikelinin.

Salepa ku ji sedsala 8emîn ve li seranserê cîhanê hem ji bo dermanên pizîşkî hem jî ji bo vewxarinê tê bikaranîn, bi tehma xwe ya xweş yek ji vexwarinên jêneger ên zivistanê ye. Li Diyarbekirê jî çanda çêkirina salepê, bi dehan sal in berdewam e. Hosteyên çêkirina salepê diyar dikin ku taybetiya sereke, bi reseniya nebata salepê ve girêdayî ye.

Hosteyê Salepê Çetîn Işiktaş: “Em dendikê salepê dikirin, em bi destên xwe amade dikin. Em naçin ji dikanan nakirin. Em diçin gundan, ji gundiyan dikirin, dibin aşê û bi destên xwe dihêrin. Em salepa Ewropayê bi kar naynin. Em ji bo kîloyekê şîr, 7 gram salep û 150 gram şekir bi kar tînin.”

Her çiqas li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hilberîna salepê hebe jî hilberîna herî zêde li parêzgeha Tirkiyeyê ya Samsûnê tê kirin lewra di sala 2022yan de bi qasî 56 tonan nebata salepê hatiye firotin. Çanda salepê, li Diyarbekirê bi navgîniya pastexaneyan berdewam dike. Rêveberên vê qadê diyar dikin ku li Diyarbekirê nêzîkî 150 pastexane hene û her yek ji wan rojane herî kêm 100 kîlo salepê difiroşe.

Rêveberê Pastexaneyê Yusuf Demîr: “45 sal in em vî karî dikin. 45 sal in jî em karê salepê dikin. 5 şaxên me hene, em li hemûyan salepê çêdikin. Em her roj 200 kîlo salepê dikelînin. Xelkê Diyarbekirê ji salepê gelek hez dike û zivistanan jî gelek vedixwe.”

Salepa ku ji nebateke şîfayî tê çêkirin, bi şîr û şekir re dibe vexwarineke jêneger a zivistanê. Li gorî pisporan, salepa kelandî laşê mirovan germe dike û hêrsa mirovan kêm dike. Ji ber vê yekê, bi sedan sal in hebûna xwe berdewam dike.