Li Sêrtê 25 erebe ji nav befrê hatin derxistin

Diyarbekir (K24) – Li Parêzgeha Sêrtê gelek befr bariye û ji ber wê jî rêyên gelek gundan û heta rêyên serekî jî hatine girtin. Tîmên vekirina rêyan jî bizavê dikin ku wan rêyan vekin û welatiyan û erebeyên wan ji nav befrê derbixin.

Parêzgeriya Sêrtê îro (Yekşem, 4.2.2024) ragihand ku rêya serekî ya di navbera Sêrt û Şirnexê de li herêma Birînî ji ber barîna zêde ya befrê hat girtin û 25 erebe di rêyê de man.

Herwiha hat eşkerekirin ku piştî xebatên tîmên vekirina rêyan, ew rê hat vekirin û ew 25 erebe ji nav befrê hatin derxistin, ku ji ber barîna befrê û rabûna bayî li ser rêyê asê mabûn.

Her li wê Herêmê pîkemek jî ku ketibû xendeqekê ji aliyê tîmên vekrina rêyan ve hat derxistin û derbasbûna wê û her 25 erebeyên dî di ewlehiya trafîkê de hat misogerkirin.