Şaxewan Ebdila tevlî civîna perlemanên welatan dibe

Şaxewan Ebdula
Şaxewan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê tevlî civînekê dibe ku Serokê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî serperiştiya wê dike.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Pêncşem, 08.02.2024) tevlî wê civînekê bû ku Serokê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî Dennis Francis û Seroka Yekîtiya Perlemana Navdewletî Tulia Ackson serperiştiya wê kir.

Ev civîn di çarçoveya guhdarîkirina perlemanan de bû ji bo danûstandinên li ser pêdivîtiyan ji bo paşerojeka aştiyê. Ev civîn bi tevlîbûna serokên perlemanên welatên cîhanê tên kirin.

Roja Şemiyê, 06.02.2024, Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula bi merema tevlîbûna wê civînê gehişt bingeha Neteweyên Yekgirtî li bajarê Newyorkê yê Amerîkayê.

Ev civîn îro (Pêncşem, 08.02.2024) û sibe (Înî, 09.02.2024) berdewam dibe.