Çêkirina sabûnê li Efrînê rastî gelek zehmetiyan tê

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Li Efrînê ku bi gelek kargehên çêkirina sabûnê hene, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdaran ve û ji ber sepandina baceyên giran li ser kargehan nebûna rêyan, çêkirina sabûnê rastî gelek zehmetiyan tê. Xwediyên kargehên çêkirina sabûnê li Efrînê dibêjin, berhemên wan û şandina sabûna bo welatên herêmî di kêmtirîn ast de ye.

Kargeha Welîd Mûstefa ya çêkirina sabûnê li bajarê Efrînê ku ji heyama 20 salan ve hatiye damezrandin, li vê kargehê, zeyta zetûnan digel hin madeyên din têne kelandin û piştre zuhakirin, daku bibe sabûn.

Sabûna Efrînê li ser asta Sûriyeyê, bi navûdeng e û ji gelek salan ve bo welatên herêmê tê hinardekirin.

Xwediyê kargehê Welîd Mûstefa ji K24ê re got: “Em zeyta zeytûnan ligel hin madeyên din dikelînin û dikin sabûna xar. Piştre radixin, piştî ku ziwa bû, em dibirin û xitim dikim û didin hev heta ku baş hişk dibe. Ev prose heta 3 mehan berdewan dibe. Piştre jî em sabûn xwe hinarde dikin.

Bi dirêjahiya salên berê, sabûna xar a Efrînê ji bo Herêma Kurdistanê, Tirkiye û welatên Ewrpayê tên şandin. Lê piştî derbasbûna çekdarên opozîsyonê bo bajar, karê kargehan rastî gelek zehmetiyan hatin û bandorek xirab li berhemê wan bûye.

Hosteyê çêkirina sabûnê Xalid Mihemed dibêje: “Niha rê ji bo hinardekirina sabûn kêm bûne, bac li ser me zêde bûne. Niha karê me li gorî salên berê kêm bûye û hinardekirina bo Hewlêr, Iraq û welatên derdorê lawaz bûye.”

Ji ber ku zeyta zeytûnan madeya sereke ya çêkirina sabûnan e, zêdetir ji 10 kargehên çêkirina sabûnan lê hene. Lê ji ber ku bi dirêjahiya 6 salên borî, bi dehên hezarên darên zeytûnan li Efrînê hatine birîn, bace li ser kargehan hatine sepandin herwiha gelek rê hatine girtin, ev hemû jî bandor li çêkirina sabûna xar û hinardekirina wê kiriye.