Namzedê Partiya DEVA xwe ji namzetiya Şaredariya Batmanê vekişand

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzetê Partiya DEVA yê bo Şaredariya Batmanê Ferhat Çira ragihand, wî namzetiya xwe betal kiriye.

Namzetê Partiya DEVA yê Batmanê Ferhat Çira da zanîn, wî xwe ji namzetiyê vekişandiye. Piştî biryara vekişandinê jî Ferhat Çira da zanîn ku ewê piştgiriya namzeta serbixwe Muazzez Baktaş bike ku xwedî helwesteke Kurdistanî ye.

Ferhat Çira derbarê biryara vekişandina xwe ji K24ê re wiha axivî: “Min biryar da ku piştgiriya namzeta serbixwe ya şaredariya Batmanê Muazzez Baktaş bikim. Muazzez xanim xwedî hessasiyeteke kurdî ye û helwestek wê ya Kurdistanî heye û di heman demê de jî balê dikêşe ser rêyek sêyemîn.”

Ferhat Çira herwiha got: “Li gorî hevsengiya hêzan ne pêkan e DEVA li Batmanê bi ser bikeve, ez siyaseta DEM Partî û Ak Partiyê jî naecibînim. Min dît ku ya herî bo min nêzîk Muazzez Baktaş e û jinek Kurd e û serkeftî ye.”