Mihemed Şukrî: Beşdarbûna Mesrûr Barzanî di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de gelekî girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê beşdarbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de gelekî girîng dibîne û dibêje: “Şand ligel Serokwezîr hatiye û dê beşdarî çend mijar û panelan bibe.”

Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ji K24ê re behsa beşdarbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda hikûmetê di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de kir û got: “Lûtke ji bo me wek Herêma Kurdistanê girîng e ku em xwe bi cîhanê bidin naskirin û derfetên veberhênanê ji bo sermayedarên biyanî dabîn bikin.”

Şukrî da zanîn: "Ajandaya me, 3 roj e. Şanda li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê beşdarî çend mijar û panelan bibe. Em wek Desteya Veberhênanê dê beşdarî panelên sermayeguzariyê bibin û hewl bidin ku derfetên veberhênanê pêşkêşî sermayedarên biyanî bikin."

Serokê Desteya Veberhênanê diyar kir jî: “Di perawîza lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê çend hevdîtinên giring li gel serkirdeyên welatan bike.”

Herwiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo firehkirina çavkaniyên dahatê, rûbirûbûna guherîna keşûhewayê, çaksazî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan, gavên gelek baş avêtine.”

11emîn Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmeta li Dubey îro 12ê Sibata 2024an dest pê dike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî îro gotarekê di lûtkeya de pêşkêş dike û behsa dîtinên nû yên ji bo pêşkeftin û aboriyê dike.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmeta dê heta 14ê Sibatê berdewam bike û biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya vê lûtkeyê de, çendîn hevdîtinan ligel berpirs, bîrmend û karsazên ereb, herêmî û navdewletî pêk bîne.