Mesrûr Barzanî serdana hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî dike

Mesrûr Barzanî û Hevjîn û Zarokên Şehîd Pêşrew Dizeyî
Mesrûr Barzanî û Hevjîn û Zarokên Şehîd Pêşrew Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dubey serdana hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 12.02.2024) li bajarê Dubey serdana hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî kir, ku di rûdana êrîşa moşekî ya Hewlêrê de birîndar bûbûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêz ve pirsyara saxlemiya wan kir û daxwaza silametiyeka bilez jê re kir.

Ev serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî, di perawêza serdana wî ya ji bo welatê Îmaratê bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ye, herwesa hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî jî ji bo wergirtina çareseriya pizişkî li wî welatî ne.