Felah Mistefa: Amerîkayê di civînan de piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir

Felah Mistefa
Felah Mistefa

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Di hemî civînên Şanda Herêma Kurdistanê de li Amerîkayê, wî welatî piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û herwesa tekez li ser dostîniya Herêma Kurdistanê jî kir”.

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji K24ê re ragehand, “Di hemî civînên Şanda Herêma Kurdistanê de li Waşintonê, em hest dikin ku dostînî û piştevaniyeka zêde ji bo Herêma Kurdistanê heye, li Wezareta Derve, li Wezareta Bergiriyê û li Koçka Spî jî, herwesa me li Kongirêsî jî civîneka baş kir”.

Wî şêwirmendî herwesa got, “Ev serdan ji bo me derfetek bû ku em dîtin û nerînên xwe li hev biguherin. Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li gel wan pirsên heta niha nehatine çarekirin, peywendiyên Amerîkayê di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de û peydabûna wê rewşa ku niha li Rojhilata Navîn heye ew mijar bûn ên ku hatine behskirin”.

Felah Mistefa amaje jî da, “Amerîkayê di civînan de piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir, herwesa tekez li ser dostîniya Herêma Kurdistanê jî kir”.

Her dîsa ragehand, “Ew danûstandinên di civîna navbera her du aliyan de li ser rewşa Herêma Kurdistanê hatine bahskirin, qonaxên giran ên pirsa budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê bûn, zêdebarî pirsa rawestandina hinardekirina petrolê, çawaniya çarekirina van pirsan û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û ew bizavên ku hatine diyarkirin ji bo çarekirina wan pirsan, li gel wan danûstandinên ku di navbera Îraq û Amerîkayê de hene. Herwesa di derheqa paşeroja Îraqê li gel Amerîkayê de, verêja şerê Xezzeyê û ew êrîşên li ser Hewlêrê tên kirin hejmareka mijaran bûn ku danûstandin li ser hatin kirin”.