Zehawî: Mesrûr Barzanî giringtirîn gotar li bernaberî serkirdeyên Civaka Navdewletî pêşkêş kir

Nedîm Zehawî
Nedîm Zehawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Perlemana Brîtanyayê di derheqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de dibêje, “Gotara wî hind giring bû, serkirdeyên Civaka Navdewletî gelek bi hûrî guhdariya wî kir “.

Endamê Perlemana Brîtanyayê û Weîzrê berê yê Darayî yê wî welatî Nedîm Zehawî îro (Sêşem, 13.02.2024) di perawêza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey ji K24ê re ragehand, “Bi dîtina min, Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh gotareka gelek giring li hola serekî pêşkêş kir. Çima? Ji ber ku wî behsa wê yekê kir ka em çawa dikarin pêkve ji bo başkirina rewşa deverê kar bikin, li Hewlêrê, Dubey an jî Ebu Zebî”.

Wî endamê Perlemana Brîtanyayê got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa ecêndaya başkirina rewşê kir, rewşa aborî ya baş ji hebûna ewlehiyê peyda dibe, ji wê yekê peyda dibe ka tu çawa bi awayekê bibandor devera xwe bi rê ve dibî. Herwesa Serokwezîrî behsa guhertina seqayî kir, sê pirsên gelek giring hene, ew jî seqmgirî, dadperwerî di siyaseta Îraqê de, gelo Kurd dibin hevparên wekhev di sîstema federalî de?”.

Li dû gotina Nedîm Zehawî ji bo K24ê, “Eger ev pirs û rewşa aborî neyên çarekirin, arêşe û hevrikiyên seqayî dê me hemiyan nehêlin. Bi dîtina min, ew giringtirîn gotar bû ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî li beranberî serkirdeyên Civaka Navdewletî pêşkêş kir û wan jî bi hûrî guhdariya wî kir”.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey doh (Duşem, 12.02.2024) bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 25 serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêkxistinên navdewletî, 300 wezîran û 120 şandên hikûmetan hat destpêkirin, û dê heta sibe (Çarşem, 14.02.2024) berdewam be.