Ebulxeyt: Ez hêvîdar im Mesrûr Barzanî li Komkara Erebî amade bibe

Ehmed Ebulxeyt
Ehmed Ebulxeyt

Navenda Nûçeyan (K24) - Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt piştî hevdîtina xwe û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Min hêviya xwe ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, eger serdana Misirê kir, ez dê dilxweş bibim ku li Komkara Erebî amade bibe”.

Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt îro (Sêşem, 13.02.2024), di roja duyê ya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de û di perawêza wê lûtkeyê de, bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Piştî wê hevdîtinê, Ebulxeyt di daxuyanuyekê de ji bo rojnamevanan got, “Min bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re behsa peywendiyên me yên herêmî kir, ji wan jî peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên herêmê re. Herwesa me behsa rewşa Rojhilata Navîn jî kir”.

Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî herwesa got, “Danûstandinên me gelek baş bûn, herwesa min hêviya xwe ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, eger serdana Misirê kir, ez dê dilxweş bibim ku li Komkara Erebî amade bibe”.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey doh (Duşem, 12.02.2024) bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 25 serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêkxistinên navdewletî, 300 wezîran û 120 şandên hikûmetan hat destpêkirin, û dê heta sibe (Çarşem, 14.02.2024) berdewam be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh gotareka giring bi zimanê Ingilîzî di wê lûtkeyê de pêşkêş kir û bal kêşa ser guhertin û pirsên niha yên deverê û cîhanê. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekez jî kir ku gelê Kurdistanê daxwazeka rewa ji bo destnîşnakirina mafê çarenivîsê xwe heye û pêdivî ye rêz li mafên gelê Kurd ên rewa bê girtin.