Konsolê Giştî yê Îmarat li Hewlêrê: Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî girîng û ciyawaz bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê ragihand derbarê beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ragihand, “Serowezîr Mesrûr Barznî weke mêvanekî xweşewîst serdana Îmaratê kiriye û gotara wî jî girîng û ciyawaz bû.”

Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê Ehmed El-Zahir derbarê beşdarbûna şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de bersiva Kurdistan24ê da.

Ehmed El-Zahir got: “Amedebûna birêz Mesrûr Barzanî weke mêvanekî xweşewîst li Îmarat û di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de û herwiha hevdîtina wî ligel Serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, girîngiya peywendiyên Îmarat li gel Iraqê û bi taybetî ligel Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê got jî: “Giringiya van civînan ew e ku dê peywendiyan bihêztir û berfirehtir bikin. Giring e ji bo veberhênana Îmaratê li Herêma Kurdistanê zêdetir û bihêztir bibin. Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di lûtkeyê de jî gelek girîng û ciyawz bû.”

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey doh (Duşem, 12.02.2024) bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 25 serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêkxistinên navdewletî, 300 wezîran û 120 şandên hikûmetan hat destpêkirin, û dê heta sibe (Çarşem, 14.02.2024) berdewam be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh gotareka giring bi zimanê Ingilîzî di wê lûtkeyê de pêşkêş kir û bal kêşa ser guhertin û pirsên niha yên deverê û cîhanê. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekez jî kir ku gelê Kurdistanê daxwazeka rewa ji bo destnîşnakirina mafê çarenivîsê xwe heye û pêdivî ye rêz li mafên gelê Kurd ên rewa bê girtin.