Li Diyarbekirê par 69 kesan di bûyerên çekdarî de canê xwe jidest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Rapora Bûyerên Tundiya Çekdarî yên sala 2023an yên li Tirkiyeyê qewimîne hat eşkerekirin. Li gorî raporê, li Diyarbekirê par di 107 bûyerên tundiya çekdarî de, 69 kesan jiyana xwe ji dest dane û 185 kes jî birîndar bûne.

Rapora Bûyerên Tundiya Çekdarî yên sala 2023an yên li Tirkiyeyê qewimîne hat eşkerekirin û li gorî vê raporê, li Tirkiyeyê di salekê de 3 hezar û 773 bûyerên tundiya çekdarî rû dane û ji wan hezar û 103 bûyerên tundiya çekdarî bi rêjeya ji sedî 29,23 li Herêma Marmarayê rû dane. Di raporê de hejmara bûyerên li herêmê 545 e û 2 hezar kes mirine.

Li gorî raporê di 3 hezar û 773 bûyeran de 2 hezar û 318 kes mirine û 3 hezar û 820 kes jî birîndar bûne. Di bûyeran de ji sedî 85 kalaşnîkov û çekên otomotîk hatine bikaranîn. Ji sedî 15ê bûyeran birîndar û mirin bi amûrên birînê pêk hatine.

Li Diyarbekirê di sala 2023an de 107 bûyerên tundiya çekdarî qewimîne; 69 kesan jiyana xwe ji dest dane û 185 kes jî birîndar bûne.

Bûyerên herî tund di sala 2023an de li kû derê qewimîne?

Li gorî raporê, 11 parêzgehên ku di rêzên destpêkê yên sala 2023an de ne û herî zêde bûyerên tundiyê lê rû dane, bi vî awayî hatine tomarkirin:

1. Stenbol 505 bûyer: (321 mirî, 498 birîndar)

2. Samsûn 188 bûyer: (74 mirî, 200 birîndar)

3. Edene 171 bûyer: (158 mirî, 134 birîndar)

4. Îzmîr 164 bûyer: (140 mirî, 140 birîndar)

5. Kocaelî 164 bûyer: (80 mirî, 144 birîndar)

6. Sakarya 144 bûyer: (39 mirî, 135 birîndar)

7. Bûrsa 135 bûyer: (72 mirî, 107 birîndar)

8. Riha 120 bûyer: (71 mirî, 193 birîndar)

9. Enqere 117 bûyer: (102 mirî, 96 birîndar)

10. Diyarbekir 107 bûyer: (69 mirî, 185 birîndar)

11. Çorum 107 bûyer: (28 mirî, 112 birîndar)