Serokatiya Herêmê: Emê hemû tedbîrên destûrî ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê û Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê paşxistina biryara Dadgeha Federalî ya derbarê yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de gotûbêj dikin û radigihînin, ewê hemû tedbîrên destûrî û yasayî ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13ê Sibata 2024an li gel Serok, Cîgirên Serok û endamên Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de amade bû, mijara paşxistina biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û aliyên destûrî û yasayî û îmkan û encamên wê, gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar dê hemû rêkarên destûrî û yasayî ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoyê werbigirin. Di vî warî de dê nêrînên beşdarên civînê li ber çavan bê girtin û xebateke cidî li ser bê kirin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata bê de bihatine kirin, lê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024an gotibû, ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21’ê Çile, komisyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.

Li ser pênc xalên yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazineyî û fireh bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dikin, gilî li Dadgeha Federal hatiye vekirin.

Ev gilî jî ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar û endamê Kirîstiyanî yê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemûn ve hatine tomarkirin.