Qehif: Tevlîbûna Mesrûr Barzanî di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de bandoreka erênî li ser deverê heye

Emar Qehif
Emar Qehif

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Bicihanînê yê Navenda Umranê ya Lêkolînên Sitratejî amajeyê dide, “Ew gotara ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey pêşkêş kir dê ji bo gelek arêşeyên hilawîstî yên deverê bibe sedema çareseriyê”.

Birêveberê Bicihanînê yê Navenda Umranê ya Lêkolînên Sitratejî Emar Qehif tevlî geşteka nûçeyên K24ê bû û ragehand, “Serkirdetiya Herêma Kurdistanê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê bûye penageheka serpişkiyê”.

Birêveberê Bicihanînê yê Navenda Umranê got, “Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey rengvedaneka mezin peyda kir, hemî serkirdeyên ku li wê derê amade bûn şok bûn. Herwesa ew pêşniyarên ku cenabê wî pêşkêş kirin bûne cihê pûtepêdana serkirdeyan”.

Emar Qehif amaje jî da, “Birêvebirina qeyranan li Filistînê birêvebirineka navdewletî ye, li şûna çareseriyê rewşê xirab dikin. Herwesa divê serkirdeyên deverê arêşeyên Filistînê çare bikin, ne ku serkirdeyên rojava”.

Navbirî her dîsa got, “Ew gotara ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey pêşkêş kir dê ji bo gelek arêşeyên hilawîstî yên deverê bibe sedema çareseriyê”.

Emar Qehif tekez jî kir, “Bi piştrastî ve Herêma Kurdistanê dikare rolekê serekî ji bo seqamgiriya deverê bigêre”.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey Duşema borî, 12.02.2024, bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 25 serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêkxistinên navdewletî, 300 wezîran û 120 şandên hikûmetan hat destpêkirin, û dê heta îro (Çarşem, 14.02.2024) berdewam be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotareka giring bi zimanê Ingilîzî di roja yekê ya vê lûtkeyê de pêşkêş kir û bal kêşa ser guhertin û pirsên niha yên deverê û cîhanê. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekez jî kir ku gelê Kurdistanê daxwazeka rewa ji bo destnîşnakirina mafê çarenivîsê xwe heye û pêdivî ye rêz li mafên gelê Kurd ên rewa bê girtin.