Li Rihayê lehî rabû û bandoreke mezin li bajêr kir
Diyarbekir (K24) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê îro di seetên serê sibê de barana gur barî û bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Îro (Çarşem, 14.02.2024) li Rihayê di serê sibê pê de baraneke gur dest pê kir û ji ber wê barana zêde piştî demekê lehî rabû.
Bi taybetî li taxên navend ên Halîliyê û Eyûbiyeyê, gelek mal û kargeh di bin avê de man, ajokar di trafîkê de bi zehmetî çûn. Li bajêr perwerde û hîndekarî jî ji bo dema rojekê hatin rawestandin.
Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyyubiyeyê jî, ji ber lehiyê baxçeyê nexweşxaneyê tijî av bû û Ambulansan di ketin û derketina nexweşxaneyê de zehmetî kişandin.
Parezgerê Rihayê Hasan Şîldak di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku, perwerde û hîndekarî ji bo dema rojekê hatin rawestandin.
Sala çûyî jî li Rihayê ji ber lehiyê, 17 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 62 kes jî birîndar bûbûn.