Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedigere Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro vedigere Hewlêrê.

Piştî tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 15.02.2024) vegeriya Hewlêrê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li balafrixaneyê ji aliyê Wezîrê Karûbarên Jîriya Destçêkirî yê Dewleta Îmaratê Omer Sultan Ulema ve hat birêxistin.

Di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Dewleta Îmaratê, Cîgirê Serokî, Serokê Wezîran, Hakimê Dubey û hejmareka dî ya berpirsên bilind ên Îmaratê û herwesa Serokê Komara Tirkiyeyê û çend berpirsên dî yên bilind re civiya.

Mesrûr Barzanî di wê lûtkeyê de gotarek jî li ser giringiya rêzgirtinê, dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çarekirina arêşeyên Rojhilatan Navîn û cîhanê bi rengekê giştî pêşkêş kir.