Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Yewnanê li Miyonşinê dicivin

Nêçîrvan Barzanî û Kyriakos Mitsotakis
Nêçîrvan Barzanî û Kyriakos Mitsotakis

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya tevlînûna xwe ya di Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê de, Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Yewnanê re dicive.

Di çarçoveya tevlînûna xwe ya di Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Înî, 16.02.2024) bi Serokwezîrê Yewnanê Kyriakos Mitsotakis re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê doh (pêncşem, 15.02.2024) belav kiribû, “Di Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê de, Nêçîrvan Barzanî dê bi hejmareka serkirde û berpirsên bilind ên welatan re bicive û dê li ser rewşa ewlehiyê û astengên di rêya ewlehî û seqamgiriya Îraq û deverê û cîhanî de danûstandinan bi wan re bike, herwesa dê nerîna Herêma Kurdistanê jî di vî warî de berçav bike”.

Her dîsa ji bo pêşxistina peywendiyan, berhingarbûna terorê, arîkariyên hevpar di warê ewlehiyê de, giringiya karên bi hev re û bizavên ji bo parastina aramî û seqmgiriyê li Îraqê û Rojhilata Navîn û dûrxistina wan ji alozî û têkdanên zêdetir, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê bi serkirde û berpirsên welatan re danûstandinan bike.

Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê îro (Înî, 16.02.2024) seet 12:00 bi dema Hewlêrê dest pê kir û dê heta 18ê vê mehê berdewam be, anku dê sê rojan vebikêşe.

Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê mezintirîn civîna serkirdeyan a girêdayî ewlehî û seqamgiriyê ye li cîhanê.

Tewerên serekî yên Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê ya îsal ev in; şerê Xezzeyê, aloziyên Rojhilata Navîn û Deryaya Sor û qeyrana Ukraynayê.

Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê li sala 1963ê hatiye damezrandin û îsal zêdetirî 40 serok û serokwezîran û 90 wezîrên derve dê tevlî wê bibin.