Pêşewa Hewramanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê zêdetir bên paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rijd e ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bên kirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, “Em li benda biryara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî naxwaze hilbijartinan zêdetir bi paş de bikevin.”

Da zanîn jî: “Hikûmetê erka xwe ya yasayî pêk aniye û Serokwezîr jî rijd e ku divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin.”

Hewramanî da zanîn jî, UNAMI jî dixwaze hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de werin kirin û ji destpêkê vê proseyê ve û heta dawiya jî, dê ligel Herêma Kurdistanê be.

Bi mebesta gotûbêjkirina amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, îro danê şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna nûner UNAMI civiyan.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24; Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand di civîna îro de ji şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê re ragihandiye, eger Dadgeha Federalî sibe Çarşemê 21-02-2024an biryarê li ser yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bide, ew dikarin heta naverasta meha Hezîrana îsal de hilbijartinan pêk bînin.

Di civîna îro de, wek ku Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo asankarî û alîkariya proseyê bi awayekî şefaf û pîşesazyane nîşan dan.

Ev di demekê de ye, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja 18ê Sibatê ji bo yekalîkirina çend giliyan ji wan giliyên li ser pênc madeyên yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê civiyabû. Dadgehê dîsa biryara li ser giliyê bo sibe 21ê Sibatê bipaş xist.