Azad Doskî: Dadgeha Federal çi behayek ji bo Civata Nûnerên Îraqê nehêlaye

Azad Doskî
Azad Doskî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekê Destûrî amajeyê dide, “Biryarên Dadgeha Federal çi nirx û behayek ji bo Desthilata Qanûndananê ya Îraqê nehêlaye”. Herwesa dibêje, “Biryarên vê dadgehê li ser destûrî gef in”.

Şarezayê Destûrî Azad Doskî îro (Çarşem, 21.02.2024) ji K24ê re got, “Dadgeha Federal nedestûrî ye û bi piraniya pêkhata nav xwe biryarê dide, biryara wê ya îro jî ya li ser kursiyên perlmana Kurdistanê jî diçe nav eynî çarçoveya siyasîkirina biryarên wê ku ji piraniya Şîeyan pêk tê”.

Wî şarezayê destûrî amaje jî da, “Biryarên Dadgeha Federal çi nirx û behayek ji bo Desthilata Qanûndananê ya Îraqê nehêlaye. Heymene û erkê Civata Nûnerên Îraqê kêm kiriye”.

Azad doskî behs jî kir, “Di hemî sîstemên pêşkeftî yên cîhanê de, bingeh ew e ku perleman nûnera rasteqîne be, lê li Îraqê ji ber Dadgeha Federal ew nûnerîtî ji Civata Nûneran hatiye standin”.

Navbirî eşkere kir, “Biryarên îro yên Dadgeha Federal berivajî biryarên wê yên berê ne”.  Got jî, “Tiştê cihê nîgeraniyê ew e ku ev dadgeh destûrî dixe jêr gomanê û zêdetir gefan li bicihanîna madeyên wî dike”.

Tekez jî kir, “Biryara Dadgeha Federal di derheqa kursiyên kutayan de biryareka bi temamî siyasî bû”.

Dadgeha Bala ya Federalî ya Îraqê îro (Çarşem, 21.02.2024) ji bo yekalîkirina wan skalayan civiya, yên ku li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine tomarkirin.