Cume Bendî: Biryara Dadgeha Federal rehendekê siyasî û herêmî heye

Cume Bendî
Cume Bendî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekê qanûnê amajeyê dide, “Dadgeha Federal li şûna Civata Nûnerên Îraqê û Destûrê Îraqê bûye qanûndaner”. Herwesa dibêje, “Biryara Dadgeha Federal rehendekê siyasî û herêmî heye”.

Mamostayê Zanîngehê û Şarezayê Qanûnê Cume Bendî îro (Çarşem, 21.02.2024) taybet ji K24ê re got, “Hilweşandina kutaya pêkhatên Perlemana Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Federal ve biryareka siyasî ye”.

Wî mamostayê zanîngehê herwesa got, “Dadgeha Federal li şûna Civata Nûnerên Îraqê û Destûrê Îraqê bûye qanûndaner û ev biryara wê nîşana wî ketwarê wê ye”.

Cume Bendî amaje jî da, “Ji bilî rehendê siyasî, herwesa rehendekê herêmî jî di wê biryarê de heye”.

Navbirî tekez jî kir, “Hilweşandina kursiyên kutayan bi behaneya nedestûrîbûnê, diyar nîne li kî derê berivajî destûrî û kîjan destûrî ye”.

Dadgeha Bala ya Federalî ya Îraqê îro (Çarşem, 21.02.2024) ji bo yekalîkirina wan skalayan civiya, yên ku li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine tomarkirin.