Mekteba Siyasî ya PDKyê: Biryarên Dadgeha Federalî ya Îraqê berovajî destûr û mafên Herêma Kurdistanê ne

Logoya PDKyê
Logoya PDKyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Mekteba Siyasî ya PDKyê piştî civîna xwe ya bi serperiştiya Serok Barzanî ragehandinekê belav dike û tê de radigehîne, “Biryarên Dadgeha Federalî ya Îraqê berovajî destûr û mafên Herêma Kurdistan û bingehên federalî ne”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê îro (Pêncşem, 22.02.2024) piştî civîna xwe ya bi serperiştiya Serok Barzanî, ragehandinekê belav kir.

Li dû ragehandina Mekteba Siyasî ya PDKyê, tewerekê civîna wê ya îro girêdayî wan biryarên Dadgeha Federalî bû, yên ku doh li ser piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û kursiyên pêkhatan û mûçeyên mûçexurên Heerêma Kurdistanê hatibûn derxistin.

Mekteba Siyasî ya PDKyê di wê ragehandina xwe de tekez li ser çend xalan kir, wekî parastina mafên pêkhatan û piştevanîkirina wan û hevpariya wan di dezgehên destûrî de.

Di xaleka dî de, Mekteba Siyasî ya PDKyê piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, ji bo berdewambûna li ser danûstandinên bi Hikûmeta Îraqê re li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrî de.

Mekteba Siyasî ya PDKyê herwesa ragehand, “Biryara girêdayî qanûna hejmar 1 a sala 1992ê ya hilbijartinan û guhertina pareka bendên wê berovajî destûr û xwezaya jêkcudahiya desthilatan e”.

Ev jî deqê ragehandina Mekteba Siyasî ya PDKyê ye:

Ragehandinek ji aliyê Mekteba Siyasî ya PDKyê ve

Di derheqa dawî pêşveçûnên Îraqê û deverê de, mekteba siyasî ya partiya me roja Pêncşemê, 22ê Şibata 2024ê, bi serperiştiya Serok Barzanî civiya. Yek ji tewerên wê civînê danûstandinên Ii ser biryarên Dadgeha Federalî bûn, ku li roja Çarşemê, 21ê Şibata 2024ê, hatine derxistin.

Ev biryar berovajî ruha destûr û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û bingehên Federalî û pirinsîpên jêkcudahiya desthilatan in, ku di destûrê Îraqê de hatine binecihkirin.

Li ser vî tewerî, mekteba siyasî ya partiya me tekezê li ser van xalan dike:

1.    Parastina mafên pêkhatan û piştevanîkirina wan û hevpariya wan di dezgehên destûrî de.

2.    Partiya me piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji bo ku bi Hikûmeta Federalî ya Îraqê re danûstandinên xwe li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrî de berdewam bike.

3.    Biryara girêdayî qanûna hejmar 1 a sala 1992ê ya hilbijartinan û guhertina pareka bendên wê berovajî destûr û xwezaya jêkcudahiya desthilatan e.

Mekteba Siyasî ya PDKyê