Hewramanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ser givaştinan re li ser xizmetê berdewam e

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê zêdetir xizmeta parêzgeha Helebceyê bê kirin”. Herwesa got, “Hikûmeta Îraqê heta niha jî xelkê Helebceyê qerebû nekiriye, li Civata Nûnerên Îraqê jî hêsankarî ji bo pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê nehatiye kirin”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragehand, “Hikûmeta Îraqê welatê Kwêtê qerebû kiriye, lê heta niha jî xelkê Helebceyê qerebû nekiriye, herwesa li Civata Nûnerên Îraqê jî hêsankarî ji bo pirojeqanûna parêzgehbûna Helebceyê nehatiye kirin”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Helebce sembola nehêlana bikom a ji aliyê Rijêma Beis ve ye, kabîneyên yek li dû yekê yên Hikûmeta Îraqê heta niha jî xelkê Helebceyê qerebû nekiriye”.

Pêşewa Hewramanî herwesa got, “Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê zêdetir xizmeta parêzgeha Helebceyê bê kirin û got: Ez azarên xelkê Helebceyê wekî azarên xwe dibînim û divê em bi kiryar di xizmeta xelkê vî bajarî de bin”.

Navbirî her dîsa behs kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareka sozan da xelkê Helebceyê, ku dê bi zûtirîn dem biçin di warê bicihanînê de”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Berpirsên dezgehên Helebceyê ji Serokwezîrî re got ku arêşeya kêmiya karmendan heye, lewma Serokwezîrî biryar da ku 500 kesan wekî girêbest ji bo wê parêzgehê dabimezrîne”.

Hewramanî got, “Biryareka dî ya Serokwezîrî ji bo parêzgeha Helebceyê ew bû ku hemî hêsankarî ji bo wan kesan bên kirin ên ku dixwazin pirojeyan vebikin, ji bo vê meremê jî tevaya wezaret û destên girêdayî wî karî raspartin”.

Navbirî tekez jî kir, “Di ser hemî asteng û givaştinên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, hikûmetê kariye xwe rabigire û bi merema avedankirina tevaya parêzgehên Herêma Kurdistanê li ser bicihanîna pirojeyan berdewam be”.