Wezîra Darayî ya Îraqê serexweşiyê li Serok Barzanî dike

Teyf Samî
Teyf Samî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber koça dawiyê ya Zekiya Mela Mistefa Barzanî, Wezîra Darayî ya Îraqê serexweşiyê li Serok Barzanî dike.

Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî îro (Yekşem, 25.02.2024) di peyamekê de, ji ber koça dawiyê ya xûşka Serok Barzanî Zekiya Mela Mistefa Barzanî, serexweşî li Serok Barzanî kir.

Wezîra Darayî ya Îraqê di peyama xwe de amaje daye, “bi xem û kovaneka mezin ve” nûçeyê koça dawiyê ya xûşka Serok Barzanî gehiştiye wan û ji ber wê yekê serexweşiyê li Serok Barzanî û binemala Xudêjêrazî Zekiya Mela Mistefa Barzanî dikin.

Xûşka Serok Barzanî, Zekiya Mela Mistefa Barzanî, piştî ku demekê li nexweşxaneyê ma, li roja Înî, 23.02.2024, li nexweşxaneya Hewlêrê koça dawiyê kir.

Doh (Şemî, 24.02.2024) roja yekê ya behiya Xudêjêrazî Zekiya Mela Mistefa Barzanî bi tevlîbûna hejmareka zêde ya serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê bi rê ve çû û îro roja duyê ya behiyê ye.