11 kompaniyên Amerîkayî di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê kar dikin

Zeviyeka petrolê li Herêma Kurdistanê
Zeviyeka petrolê li Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hewlêr û Waşintonê peywendiyeka mukom a bazirganî heye û di wê çarçoveyê de jî zêdetirî 18 kompaniyên Amerîkayî di kertê enerjiyê û warê weberhênanê de li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê tenê di warên serbazî û siyasî de nînin, belkî peywendiyeka bazirganî ya bihêz jî di navbera Waşintonê û Hewlêrê de heye.

Di çarçoveya Odeya Bazirganî ya Amerîkayî ya Kurdistanê û Civata Karî ya Amerîkayî Îraqî de, bi dehan kompaniyên Amerîkayî û Kurdistanê civiyane û di warên cuda cuda de li Herêma Kurdistanê kar dikin.

11 kompaniyên Amerîkayî di kertê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê kar dikin. Di warê weberhênanê de jî, Amerîkayê heft pirojeyên weberhênanê li Herêma Kurdistanê hene û qebareyê weberhênana wan nêzî nîv milyar dolaran e.

Pêştir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konfiransa Odeya Bazirganî ya Amerîkayî û Civata Karî ya Îraqî Amerîkayî de ragehandibû, “Em pêşwaziya weberhênana kwalitî-bilind a Amerîkayî dikin û kompanî rolekê giring di bihêzkirina peywendiyan de digêrin”.

Cîgirê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê jî her di wê konfiransê de amaje da, “Em ji bo weberhênanê li Herêma Kurdistanê dilgerm in. Çaksazî û hêsankariyên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê cihê dilxweşiyê ne û ez destxweşiyê li pêngavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikim”.