Birêveberiya Hatinûçûnê ya Hewlêrê: Kamerayên xal bo xalê li ser rêya Hewlêr-Dihokê dikevin karî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Hatinûçûnê ya Hewlêrê radigehîne ku, kamerayên tomarkirina zêdegaviyên lezatiyê yên xal bo xalê li ser rêya Hewlêr-Dihokê dikevin karî.

Birêveberiya Hatinûçûnê ya Hewlêrê ragehand, “Em şofêran haydar dikin ku îro (Sêşem, 27.02.2024) kamerayên tomarkirina zêdegaviyên lezatiyê yên xal bo xalê li ser rêya Hewlêr-Dihokê li beranberî gundê Gezneyê heta pira Çemeyê bi rengekê ezmûnî dikevin karî”.

Wê birêveberiyê herwesa ragehand, “Cerbiandina kamerayan dê heta roja 04.03.2024ê seet 12:00 ê şevê berdewam be. Piştî vê demê, zêdegavî dê di sîstema sizadana hatinûçûnê de bên tomarkirin”.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Bilindtirîn lezatiya destûrdayî ji bo erebeyên biçûk 100 kîlometir di seetekê de û ji bo erebeyên barhilgir ên mezin jî 80 kîlometir di seetekê de hatiye diyarkirin”.