Semsûr… kesekî 3 kes ji malbata xwe kuştin

Semsûr
Semsûr

Diyarbekir (K24) - Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li Semsûra Bakurê Kurdistanê kesekî ji malbata xwe 3 kes kuştin.

Hat zanîn ku kujer ji cihê bûyerê reviyaye û di derbarê wî de xebatên lêgerîn û lêpirsînê berdewam dikin.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku li navçeya Şemzînanê ya girêdayî Semsûra Bakaurê Kurdistanê ve kesekî bi navê Kasim A, ji ber sedemên ku nayên zanîn; bi ser hevjîna xwe, hevlingê xwe û lawê hevlingê xwe yê 9 salî ve gule barandine.

Di agahiyên destpêkê de hat zanîn ku hewil hatiye dayîn birîndar li nexweşxaneyan bên dermankirin, lê her sêyan jî jiyana xwe ji dest daye.

Kujerê bi navê Kasim A yê ku ji cihê bûyerê reviyaye, heta niha nehatiye qefaltin lê lêgerîna wî ya ji aliyê Jendermeyan ve berdewam e.