Endamekê Civata Pîran a Amerîkayê: Em bi serdana Mesrûr Barzanî dilxweş in

Chris Van Hollen
Chris Van Hollen

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Civata Pîran a Amerîkayê dibêje ku, ji wê yekê piştrast e ku serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Waşintonê serkeftî dibe. Tekezê jî dike ku, dikxwaze peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin.

Endamê Civata Pîran a Amerîkayê Chris Van Hollen di derheqa serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Waşintonê de ji K24ê re ragehand, “Em bi pêşwazîkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Waşintonê dilxweş in. Min şansê wê yekê hebû ku li ser çend mijaran danûstandinan bi wî re bikim. Ez piştrast im ku serdana cenabê wî dê serkeftî be”.

Chris Van Hollen di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Goman tê de nîne ku peywendiyên me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelek giring in û çavê me li wê yekê ku zêdetir jî pêş ve bibin”.

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên wî welatî re li Koçka Spî, Wezareta Derve û Kongirêsê dike.

Tewerê serekî yê wan civînan girêdayî zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û deverê dibe.