Ziya Petros: Dadgeha Federalî ya Iraqê li dijî mayîna pêkhateyan li welatê xwe ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetiyekî siyasî yê serbixwe yê Kildanî dibêje, biryara Dadgeha Federal a Iraqê li dijî mayîna pêkhateyan li welatê xwe ye.

Kesayetiyê siyasî yê serbixwe yê Kildanî Ziya Petros ji K24ê re ragihand, biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê derbeyek e li ser pêkhateyan û ew li dijî mayîna pêkhateyan li welatê xwe ye, bi taybetî Mesîhiyan.

Petros got: “Piştî ku wan dît ku li Herêma Kurdistanê pêkvejiyan, hevpejirandin û sîstema beşdariya cihêreng a hemû xelkê Herêma Kurdistanê heye û Kurdistanê ber bi pêş ve bibe, Herêma Kurdistanê li welatên Rojhilata Navîn wek mînak tê girtin û hemû pêkhateyên olî û neteweyî bi hev re dijîn, ev yek ji aliyê sîstema rêveberiya Bexdayê ve nayê qebûlkirin.”

Herwiha got jî: “Niha Iraq ji wan prensîpên ku di destûra wê de hatine destnîşankirin, bi paş ve vekişiyaye, dewleta Iraqê ev rewş çêkir û em weke pêkhate gelekî nîgeran in.”

Dadgeha Federalî li roja Çarşemê, 22.02.2024, di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalaya YNKyê da, li dû wê biryarê jî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê jî biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên kutayê red dikin, biryara dadgehê siyasî dinirxînin û tekeziyê li ser vegerandina mafên xwe dikin.