Serok Barzanî û Serokê Ermenîstanê: Aştî tekane rêya çareserkirina kêşeyên gelên navçeyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 29ê Sibata 2024an bi Serokê Ermenistanê Vahagn Khachaturyan re civiya.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serokê Ermenistanê pesnê pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê da û rola Serok Barzanî ya di afirandina jîngeheke aram û pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de û şerê li dijî terorîstan û tundrewiyê de bilind nirxand.

Serok Barzanî amaje bi peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Ermenistanê de kir û spasiya Serok û welatê Ermenistanê kir ku rêz li mafên Kurdên li Ermenîstanê dijîn digirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Herdu aliyan li ser wê yekê hevbîr bûn ku aştî tekane rêya çareserkirina pirsgirêkên gelên navçeyê û nifşên pêşerojê ye.”

Di beşeke din ya hevdîtinê de tekez li ser kûrtirkirina peywendiyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê de hat kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de, mijareke din a hevdîtinê bû û Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku pabendbûna bi destûrê tekane rêya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal e.