Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hejmareke endamên Kongirêsê re dicive

Mesrûr Barzanî li Waşintonê
Mesrûr Barzanî li Waşintonê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Waşintonê de bi hejmareke endamên Kongirêsa Amerîkayê re dicive, û tekezê li ser bicihanîna destûrî û dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û parastin û rêzgirtina li qewareyê destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 29.02.2024) li Waşintonê bi hejmareke endamên Kongirêsa Amerîkayê re civiya.

Li destpêka wê civînê, Kongirêsmen Don Bacon bi navê endamên Kongirêsê bixêrhatina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û wekî şerker û xebatkerekî rêya azadiyê nasand, herwesa tekez li ser giringiya parastina ewlehî û tenahî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya arîkarî û piştevaniyên Amerîkayê kir, herwesa amaje da giringiya bicihanîna destûrî û dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û parastin û rêzgirtina li qewareyê destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê.

Serokê Berê yê Civata Nûneran ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe ji bo serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê diyar kir û got, “Me rêz û teqdîr ji bo azatî û qehremanî û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê heye”.

Kongirêsman Melton tekez kir ku ew bi hemî awayan bi bihêzbûna Herêma Kurdistanê re ne.