Mela Mistefayê Barzanî bûye nimûne û hêvênê Kurdînî û azadîxwaziyê

45 sal bi ser koça dawiyê ya rêberê tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê Mela Mistefayê Barzanî re derbaz dibin
Barzaiyê Nemir
Barzaiyê Nemir

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro 45 sal bi ser koça dawiyê ya rêberê zêdetir ji nîv sedsalê yê tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê Mela Mistefayê Barzanî (1903-1979) re derbaz dibin.

Mela Mistefayê Barzanî di qonaxeke dîrokî û çarenivîsaz de, xebata li dijî dagîrkerên xwedî hêz û piştevanî hilbijart ku gelê Kurd di serdemeke pir bi êş û azar de dijiya ku ji bilî Xwedê, rewatiya doza xwe û amadehiya kurên gelê Kurd ji bo mirina bo azadiyê, pişta xwe bi ti tiştekî din girê neda, lê belê bi vîneke bihêz û baweriya bi xwe û rewatiya doza xwe û ji bo neteweya xwe bi lehengî şer kir û bi vî rengî mîrateyeke mezin a têkoşînê, li dijî stem û zordariyê, ji bo nifşên piştî xwe hîşt.

Mela Mistefayê Barzanî hemû jiyana xwe ji bo bidestanîna mafên neteweyî yên kurdan terxan kir. Ew xwediyê nêrîn û rêbazeke şoreşger bû. Wêrekî, xwebawerî, baweriya bi maf û dadmendî li dijî zordariyê û redkirina jiyana bindestiyê, taybetmendiyên berbiçav ên kesatiya wî bûn.

Niha 45 sal di ser koça dawiyê ya Mela Mistefayê Barzanî re derbaz dibin, lê belê ew ji bo rêbaz û bingeha rast û dirust a xebat û têkoşîna dirêj, bûye nimûne û hêvanê Kurdînî, azadîxwazî û serxwebûna gel û axa Kurdistanê.

Jiyan û wîstgehên xebat û têkoşîna Mela Mistefayê Barzanî:

Mela Mistefayê Barzanî kurê pêncemîn û dawî yê Şêx Mihemedê Barzan di 14ê Adara 1903an de li gundê Barzan ji dayik bû.

Di sala 1904an de bavê wî Şêx Mihemedê koça dawî dike û birayê wî Şêx Ebdulselam bi erkê rêbertiya Barzaniyan werdigire.

Dema temenê Mela Mistefayê Barzanî 3 salî dibe, hêzên Osmaniyan êrîşî navçeya wan dikin û birayê wî Şêx Ebdulselan dîl digirin û Mela Mistefa û diya wî 9 mehan tên zîndanîkirin.

Mela Mistefayê Barzanî sala 1919an beşdariyê di şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de dike û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî.

Sala 1920ê Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Bakurê Kurdistanê ji bona ku hemahengiyekê di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de bê kirin.

Mela Mistefa di salên 1931-32 de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandehiya pêşmergeyên ku şerê Înglîzan dikirin, dike. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkeriyê de li wir eşkere bû.

Sala 1932 dema hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkariya Birîtanya êrişî hêzên kurd dike, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin ji ber wê jî Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên kurd dike.

Hikûmeta Iraqê salekê piştî wî şerî lêborînê bo hêzên Pêşmerge û malbatên Barzanî derdixe ji ber wê jî ji sala 1936 heta 1943 çalakiyên serbazî ji aliyê Pêşmerge ve tên sekinandin. Sala 1943 dîsa xebata pêşmergetiyê û bizava kurdî ji aliyê Mela Mistefayê Barzanî ve destpê dike.

Mela Mistefayê Barzanî karî şert û mercên wê demê, ku şerê cîhanê yê duyem hebû, her wiha kûdetaya ku li dijî hikûmeta wê demê ya Iraqê hat kirin, bi sûda kurdan bikar bîne û cardin vegere gundê xwe li devera Barzan. Tevahiya peywendiyên xwe bi hikûmeta Iraqê re qetand û daxwaza hikûmeta lawaz ya Iraqê red kir. Hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû Pêşmerge şer bide sekinandin.

Piştî ku Mela Mistefayê Barzanî karî hêzeke 2500 kesî kom bike û xwe bihêz bike lê piştî sal û nîvê, hikûmeta Iraqê bi hêzeke mezin êrişî devera Barzan kir. Hêzên Pêşmerge bi fermandehiya Mela Mistefa şerekî mezin kirin lê paşê vekişiyan devera Kanî Reşê ya li ser sînorê Tirkiyê ango Bakurê Kurdistanê.

11ê Adara 1970 Barzanî û hikûmeta Iraqê li ser projeya otonomî bo Kurdistanê lihev kirin û bo cara yekê di dîroka şoreşên Kurdistanê de, Kurdan karî bi xebata 9 salan destkefteke wisa mezin ji bo Kurdan bidest bixe.

Sala 1968 partiya Beis kûdetayek li dijî hikûmeta Iraqê kir. Şert û merc hatin guhertin û Mela Mistefayê Barzanî bi hikûmetê re dest bi muzakerê kir. Berhema wê muzakerê rêkeftina 11 Adara 1970 bû. Li gorî wê rêkeftinê, kurd dibe şirîkê hikûmeta Iraqê û zimanê kurdî dibe zimanê fermî û Kurdistan jî dibe herêmek xweser. Lê paşê hikûmeta Iraqê xwe ji wê rêkeftinê dizî û sala 1975 bi Îranê re li Cezayirê rêkeftinek îmze kir.

Piştî wê rêkeftina 1975, careke din Barzaniyê Nemir çavdêrî û serperiştiya danîna bingeha şoreşeke din dike.

Mela Mistefayê Barzanî dûmahîka sala 1975 nexweş dibe û ji ber wê jî diçe Amerîka. Roja 1 Adara Sala 1979 li Amerîka koça dawî dike. Termê wî bi awayekî demkî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin.

Piştî Raperîna 1991an, roja 6ê Cotmehê termê Mela Mistefayê Barzanî û Îdrîs Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo devera Barzan tê veguhestin û li cihê jidayikbûna xwe bi xakê tên spartin.