Dema tomarkirina hevpeymanîtiyan ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hat ragehandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê ji bo pêkanîna hevpeymanîtiyên siyasî (bi merema tevlîbûna di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de) derî li ber partiyên siyasî yên Kurdistanê vedike.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê îro (Yekşem, 03.03.2024) ragehandinek belav kir ku di pareke wê de hatiye, “Ji roja 5ê Adarê heta roja 14ê Adarê, derî dê ji bo pêkanîna hevpeymanîtiyên siyasî (bi merema tevlîbûna di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de) li ber partiyên siyasî yên Kurdistanê vekirî be”.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan amaje jî da, “Dema pêkanîna hevpeymanîtiyên siyasî dê neyê dirêjkirin û tomarkirina wan jî dê li fermangehên karûbarên partî û rêkxistinên siyasî li Bexdayê û bajarên Herêma Kurdistanê be”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 03.03.2024) di ragehandinekê de eşkere kir, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên bê yên Perlemana Kurdistanê îmza kir”.

Li gorî fermana herêmê, Nêçîrvan Barzanî roja 10/6/2024, wek roja hilbijartinên giştî yên gera şeşê ya Parlamena Kurdistanê diyar kiriye.

Li gor wê fermanê jî, hemû aliyên pêwendîdar pabend dibin ku, ji bo bicihanîna vê biryarê pêngavên pêdivî ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan biavêjin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li 25ê Sibata borî hatiban kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024ê gotibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlemenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.