Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê bi yekrêziyê dikare li beranberî gefan raweste

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera 33ê ya Serhildana Adara 1991ê ya gelê Kurdistanê de radigehîne, “Gelê Kurdistanê bi yekrêziyê dikare li beranberî gefên li ser federalî, maf û destkeftiyan û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê raweste”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 05.03.2024) di salvegera 33ê ya Serhildana Adara 1991ê ya gelê Kurdistanê de depeyamek belav kir ku tê de hatiye, “Salvegera 33ê ya Serhildana pîroz a gelê Kurdistanê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevaya xelkê Kurdistanê bi hemî pêkhatên wê ve pîroz be. Silav û rêz ji bo bîranîna şehîdên qehreman ên Serhildanê û tevaya şehîdên Kurdistanê”.

Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa Serhildanê de amaje daye, “Bi bawerî û îradeya mezin a gelê Kurdistanê ji bo azadî û serfiraziyê, bi yekrêzî û tebayî bi ser keft û destkeftiyên xwe di destûrê Îraqa Federalî de çespandin. Niha jî her bi yekrêziyê dikare li beranberî gefên li ser federalî, maf û destkeftiyan û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê raweste û paşerojeke baştir ji bo nifşên nû misoger bike”.

Nêçîrvan Barzanî eşkere jî kir, “Dîrokê selimandiye ku neyekî û duberekî ezmûnên tehl in û gelek zirar gehandiye pêgeh û derfet û destkeftiyan, lewma divê serkeftina Serhildanê herdem ji bo me tevan ders û nexşerêya karên me be. Bila em tev bi bawerî û hêvî bi hev re û dest li nav destan ji bo derbazbûna ji asteng û aloziyan û pêxemetî paşerojeke baştir kar bikin”.

Deqê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Salvegera 33ê ya Serhildana pîroz a gelê Kurdistanê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevaya xelkê Kurdistanê bi hemî pêkhatên wê ve pîroz be. Silav û rêz ji bo bîranîna şehîdên qehreman ên Serhildanê û tevaya şehîdên Kurdistanê.

Gelê Kurdistanê, ku li 5ê Adara 1991ê li Ranyaya derazînka Serhildanê canê xwe dana ser destên xwe û bê tirsa mirinê û pêxemetî azadiyê serê xwe hilda, yek ji xwînelotirîn û dijwartirîn serdemên stem û diktatoriyê bidawî anî, êdî qet destan ji azadî û armancên pîroz ên Serhildanê bernade.

Serhildan bi bawerî û îradeya mezin a gelê Kurdistanê ji bo azadî û serfiraziyê, bi yekrêzî û tebayî bi ser keft û destkeftiyên xwe di destûrê Îraqa Federalî de çespandin. Niha jî her bi yekrêziyê dikare li beranberî gefên li ser federalî, maf û destkeftiyan û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê rabiweste û paşerojeke baştir ji bo nifşên xwe misoger bike.

Armancên pîroz ên Serhildanê ji jiyan û azadî, demokrasî, civakeke tena û pêşkeftî, ji avakirina niha û paşerojeke baştir, ji Kurdistaneke bihêz ku landika pêkvejiyan û hevpejirandinê û lêborînê be tenê bi karên hevpar û yekhelwestî û pêkvemana me bicih tên.

Dîrokê selimandiye ku neyekî û duberekî ezmûnên tehl in û gelek zirar gehandiye pêgeh û derfet û destkeftiyan, lewma divê serkeftina Serhildanê herdem ji bo me tevan ders û nexşerêya karên me be. Bila em tev bi bawerî û hêvî bi hev re û dest li nav destan ji bo derbazbûna ji asteng û aloziyan û pêxemetî paşerojeke baştir kar bikin.

Silav li bîranîna Serhildanê, li gelê dilsoz û xweragir ê Kurdistanê, silav ji bo canê pakij ê şehîdan.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

5ê Adara 2024ê