Balfirên şerî yên Tirkiyeyê Şêladizê bombebaran dikin, du şehîd hene
Navenda Nûçeyan (K24) - Balfirên şerî yên Tirkiyeyê sinorê Şêladizê bombebaran dikin û di encamê de du welatî şehîd dibin.
Balfirên şerî yên Tirkiyeyê îro (Înî, 08.03.2024) sinorê Şêladizê bombebaran kir û di encamê de du welatî şehîd bûn.
Birêveberê Nahyeya Şêladizê Rizgar Sarkî di vî warî de ji K24ê re ragehand, “Balfirên şerî yên Tirkiyeyê pawanê gundê Dêwkê li sinorê nahyeya Şêladizê bombebaran kir, di encamê de du welatî şehîd bûn û kesekî din jî birîndar bû, ku ji bo giyayên Biharî qesta deverên çiyayî kiribû”.
Seîd Mubarek (1986) û Aras Ferec (1995) ku xelkê gundê Berêskê yê girêdayî nahyeya Şêladizê ne îro ji ber bombebarana balafirên şerî yên Tirkiyeyê şehîd bûn. Herwesa Salih Mubarek ê birayê Şehîd Seîd Mubarek jî di wê bombebarankirinê de birîndar bûye.
Şerê PKK û Tirkiyeyê li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir zirarê digehîne welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji ber wî şerî, nêzî 800 gundan û hejmareka deverên geştiyarî li sinorê Herêma Kurdistanê hatine wêrankirin û berdan. Piraniya wan gundan dikevin sinorê parêzgeha Dihokê. Vê yekê jî zirareka zêde gehandiye kertên geştiyariyê û çandinê yên Herêma Kurdistanê.
Li gor dawî amajeyên naverasta meha Tebaxê ya îsal, 274 gund li sinorê parêzgeha Dihokê ji ber wî şerî hatine berdan ku 250 ji wan dikevin sinorê qezaya Amêdiyê û 24 jî dikevin sinorê Qezaya Akrê. Herwesa 47 gund li sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî ji ber wî şerî hatine berdan.