Dema tomarkirina kandîdan ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tê diyarkirin

Perlemana Kurdistanê
Perlemana Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê dema pêşkêşkirina kandîdan ji bo tevlîbûna di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ji hevpeymanî, partî û aliyên siyasî û kandîdên serbixwe re diyar dike.

Berdevka Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay îro (Yekşem, 10.03.2024) ji K24ê re ragehand, “ji 13 heta 22ê Adara 2024ê, deriyê pêşkêşkirinê dê li ber kandîdan vekirî be ji bo ku tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bibin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03.03.2024ê, di merasîmekê de jivanê hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir ku 10.06.2024ê ye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di wî warî de ragehandinek belav kir û amaje da ku, li dû wê biryarê tev aliyên peywendîdar li ser kirina karên pêdivî ji bo alîkarî û hevahengiyê bi Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê re ji bo bicihanîna wê biryarê pabend dibin, ku her ji roja derkeftina wê tê bicihanîn.