Alan Heme Seîd: Lihevkirina 11ê Adarê çend destkeftiyên siyasî û aborî ji bo Kurdistanê peyda kirin

Alan Heme Seîd
Alan Heme Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa lihevkirina 11ê Adarê de dibêje, “Ew lihevkirin nîşana hindê ye ku perwerde û zimanê dayikê cihekî mezin di hizira Barzaniyê Nemir de hebûye”.

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Yekşem, 10.03.2024) ragehand, “Lihevkirina 11ê Adarê nîşana hindê ye ku perwerde û zimanê dayikê rûberekî mezin di hizira Barzaniyê Nemir de hebûye”.

Alan Heme Seîd herwesa got, “Tevî ku hikûmeta wê demê ya Îraqê xwe ji bicihanîna lihevkirina 11ê Adarê vekêşa, lê Barzaniyê Nemir karî çend destkeftiyên siyasî, aborî, qanûnî, destûrî û kargêrî ji bo Kurdistanê bidest bixe, yek ji wan mafan jî mafê xwandinê bi zimanê dayikê bû”.

Lihevkirina 11ê Adarê li sala 1970ê, di navbera serkirdetiya siyasî ya Kurdan Mela Mistefayê Barzanî û hikûmeta wê demê ya Îraqê de, hat îmzakirin û belavkirin.

Li dû wê lihevkirinê, otonomî û xwebirêvebirin di çarçoveya her sê parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê de, bê deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi Kurdan hat dan.

Ji ber pabendnebûna Îraqê li ser wê lihevkirinê û herwesa daxwaza Kurdan ji bo otonomiyeke rastîn û yekalîbûna pirsa Kerkûkê, piştî heyamekê ew lihevkirin têk çû.