Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Sedareyê dike

Serok Barzanî û Mehmûd Meşhedanî
Serok Barzanî û Mehmûd Meşhedanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di çarçoveya pêşwazîkirina Serokê Hevpeymaniya Sedareyê de danûstandinan li ser rewşa siyasî û dawî pêşhat û guhertinên Îraq û deverê dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 20.03.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Sedareyê Mehmûd Meşhedanî û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan rewşa siyasî û dawî pêşhat û guhertinên Îraq û deverê xistin ber behs û xeberan û danûstandin li ser wan kirin.