Berdevkê Birêveberiya Geştûgozarê ya Akrê: Nêzî 75 hezar geştyaran tevlî kernevala Newrozê bûn

Bajarkê Akrê
Bajarkê Akrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Geştûgozarî ya Akrê belav kiriye, “Bi hezaran geştyar tevlî kernevala Newrozê ya Akrê bûn”.

Berdevkê Birêveberiya Geştûgozarê ya Akrê Vehêl Fehmî ji K24ê re ragehand, “Bi merema tevlîbûna di kernevala Newrozê de, 75 hezar geştyaran berê xwe da bajarkê Akrê”.

Êvara Îro (Çarşem, 20.03.2024) seet 06:00, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmareke zêde ya balyoz û konsulên giştî û şandî û diplomatên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê, kernevala cejna Newrozê li qezaya Akrê bi rê ve çû.

Her îro, bi helkefta hatina cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî 2724ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozkirinê belav kir û got, “Ez germtirîn pîrozbahî arasteyî hemî Kurdistaniyan dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayişa navxwe, malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê û hêviya şadî û bexteweriyê ji wan re dixwazim”.

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye sembola serketin, azadî, rawestana li beranberî stemkar û zordaran û destpêka serdemeke nû”.

Navbirî amaje jî da, “Min rêz û hurmet ji bo gelê xweragir ê Herêma Kurdistanê hene, ku mixabin bûne qurbaniyên lîstika siyasî ya hinek kes û aliyan ku ji bo berjewendiyên xwe bazirganiyê bi mafên destûrî û darayî yên gelê Kurdistanê dikin”.