Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Balyozê Brîtanya li Iraqê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Adarê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchens kir.

Di hevdîtinê de her du alî li ser girîngiya parastin û rêzgirtin li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina maf û şayisteyên darayî yên gelê Kurdistanê hevnêrîn bûn.

Mijareke din a guftûgoyan taybet bû bi hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, di vê derbarê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku em piştevaniya lidarxistina helbijartinên pak, yasayî û dadperwerane dikin ku tê de mafê hemû alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê parastî bin.