Nerazîbûnên li dijî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê berfireh dibin
Diyarbekir (K24) – Namzetê Huda Parê Serkan Ramanli, Başak Demîrtaş, Sezgîn Tanrikulu û Serokê CHPê Ozgur Ozel li dijî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê bertek nîşan dan û amaje kirin ku nayê qebûlkirin ku mazbeteya namzetek hatî hilbijartin neyê dayîn.
Piştî ku li Wanê şaredarbûna Abdullah Zeydan hat betalkirin û mazbete li şûna Abdullah Zeydan bo nemzatê Ak Partiyê hat dayîn vê yekê bertekên berfireh bi xwe re anî.
Namzetê Huda Parê yê Batmanê Serkan Ramanli ku di heman demê de Parlementerê Huda Parê yê Batmanê ye û parêzer e ji hejmara xwe ya tora civakî “X” bertek dijî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê nîşan da û amaje kir ku ev biryara nehiqûqî nayê qebûlkirin. Heman bertek ji aliyê namzetê Huda Parê yê Dêrsimê Muhammet Yuksel ve jî hat nîşandan.
Derbarê biryarê de Serokê CHPê Ozgur Ozel, parlementerê CHPê yê Diyarbekir Sezgîn Tnarikulu jî bertek nîşandan û amaje kirin ku kiriyara nehiqûqî nayê qebûlkirin.
Ji aliyekî din ve jî, hevjîna Selahettin Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî ji hesabê xwe yê “X” amaje kir ku ev biryar qet û qet nayê qebûlkirin û da zanîn ku ewê sibê li hember biryarê û bo piştgiriya Abdullah Zeydan li Wanê be.