Mesrûr Barzanî xaniyek diyarî Pêşmergeyekî birîndar ê şerê DAIŞê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xaniyek li Dihokê diyarî Pêşmergeyekî birîndar ê şerê li dijî DAIŞê kir.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 4ê Nîsanê diyariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku xaniyek e radestî Pêşmergeyekî birîndar ê bi navê Semîr Ebdullah Ehmed kir.

Piştî radestkirina xanî, Parêzgarê Dihokê pîrozbahî li Pêşmergeyê birîndar kir û spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku xaniyek diyarî wî Pêşmergeyî kiriye.

Ji aliyê xwe ve Pêşmerge Semîr Ebdullah Ehmed jî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku ew xanî wek diyarî daye wî û got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî careke din biratiya xwe îsbat kir.