Şukrî Cemîl: Xelkê Herêma Kurdistanê bi bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dilxweş e
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Odeya Bazirganî ya Dihokê radigehîne, “Bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çarekirina arêşeya mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê giring û di cihê xwe de bûn”. Herwesa dibêje, “Xelkê Herêma Kurdistanê bi bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dilxweş e”.
Serokê Odeya Bazirganî ya Dihokê Şukrî Cemîl îro (Înî, 05ê Nîsana 2024ê) taybet ji K24ê re ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî herdem dilgermê xelkê Kurdistanê bû û ji bo çarekirina pirsa mûçeyan berdewam bi Hikûmeta Îraqê û Serokwezîrê Îraqê re di peywendiyê de bû”.
Serokê Odeya Bazirganî ya Dihokê herwesa amaje da, “Nûçeya çarekirina arêşeya mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve bû sedema dilxweşiya xelkê Kurdistanê, xasma ku berî cejnê mûçeyê meha Adarê jî dê bên parvekirin”.
Şukrî Cemîl tekez jî kir, “Bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî giring û di cihê xwe de bûn û bûn sedema wê yekê ku di çend rojên borî de sûk bilive, xelk dilxweş bibe û bazaran bike û dilxweşiyan xwe diyar bike”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêr (Çarşem, 03ê Nîsana 2024ê) di peyamekê de ragehand, “Piştî bizav û xebateke zêde, bi hevkariya her du tîmên Serokwezîrê Hikûmeta Federalî û tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me karî çareyeke guncayî ji bo arêşeya xerckirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê peyda bikin”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û tevaya wan hêz û aliyan kir ên ku alîkar bûn heta ku pêkve bikarin li ser asteng û arêşeyan zal bibin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Di dema borî de gelek bizav hatine kirin ku welatiyên Herêma kurdistanê bên bêumêdkirin, lewma ez careke din jî spasiya xweragiriya fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê dikim”.
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Parvekirina mûçeyên meha Sibatê dê di van du rojan de bidawî bê û em dê bizavê bikin ku berî cejnê dest bi parvekirina mûçeyên meha Adarê jî bê kirin”.