Di 24 seetên borî de 52 kes li kertê Xezzeyê hatine kuştin

Dîmenekî avahiyên wêranbûyî yên Xezzeyê
Dîmenekî avahiyên wêranbûyî yên Xezzeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Tendirustiya Xezzeyê eşkere dike, “Di dema 24 seetên borî de, artêşa Israîlê pênc komkujî dijî xelkê Xezzeyê kirine, di encamê de 52 kes hatine kuştin û 82 kes jî birîndar bûne”.

Tendirustiya Xezzeyê belav kiriye, “Ji 07ê Cotmeha par heta niha, nêzî 33 hezar û 100 kes li Xezzeyê hatine kuştin, 75 hezar û 800 kes jî birîndar bûne”.

Tendirustiya Xezzeyê eşkere jî kiriye, “Di dema 24 seetên borî de, artêşa Israîlê pênc komkujî dijî xelkê Xezzeyê kirine, di encamê de 52 kes hatine kuştin û 82 kesên din jî birîndar bûne”.

Ev di demekê de ye ku ev çend roj in Israîlê bi giranî dest bi bombebarankirina Refeh û Xan Yûnisê kiriye, wê yekê jî wesa kiriye ku hejmara qurbaniyan gelek zêdetir bibe.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin. Di eynî demê de heta niha Israîlê zêdetirî 33 hezar û 100 Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.