Hûsiyên Yemenê: Ji sêyê meha borî ve nêzî 70 çekdarên me bûne qurbanî

Hûsiyên Yemenê
Hûsiyên Yemenê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hûsiyên Yemenê amara zirarên xwe yên her sê mehên borî belav dikin, ku nêzî 70 çekdarên wan hatine kuştin.

Serkirdeyê Hûsiyan Ebdulmelik Hûsî ragehand, “Di sê mehên borî de Amerîka û Brîtanyayê 424 caran êrîş kiriye ser bingehên wan li Yemenê, ji ber wan êrîşan jî 37 çekdarên wan hatine kuştin û 30 çekdarên din jî birîndar bûne”.

Serkirdeyê Hûsiyan amaje jî da ku, hêzên wan tenê di mehekê de 34 caran li Deryaya Sor êrîş kiriye ser keştiyan û di êrîşên wan de 125 dron û moşekên balistî hatine bikaranîn.

Ji Mijdara par heta niha, Bizava Ensarulahê ya Hûsiyan li Deryaya Sor û kendavê Edenê berdewamî daye êrîşên xwe û “keştiyên Israîlê yên girêdayî Israîlê yan ew keştiyên ber bi wî welatî ve diçin” bi merema “piştevanîkirina gelê Filistînê li Xezzeyê” dike armanc. Amerîka û hevpeymanên wê jî ji bo rûbirûbûna êrîşên Hûsiyan hêzên serbazî pêk anîne.

Balafirên Amerîka û Brîtanyayê dest bi hejmareke êrîşan bo ser deverên cuda cuda yên Yemenê kiriye, di demekê de ku artêşa Amerîkayê cuda cuda di her hevpeymanîtiyeke deryayî de li deverê erkên xwe bi cih tîne.

Koma Ensarulahê ya Hûsiyan pêştir ragehandibû ku ji Mijdara par heta niha, 86 keştî kirine armanc ku peywendî bi Israîl û Amerîka û Brîtanyayê ve heye. Tekez jî kir ku hêşta gelek sirpirayzên serbazî ji bo bergirîkirina ji Yemenê û piştevanîkirina Filistînê hene.