Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeyeke nû bo alîkariya malbatên kêmderamet ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya çalakiyên xwe yên meha Remezanê de, li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê alîkariyên madî pêşkêşî bi hezaran malbatan dike.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di meha Remezanê de projeyek nû bo alîkarîkirina malbatên hejar û kêmderamt li Herêma Kurdistanê ragihand. Di çarçoveya vê projeyê de, alîkariya darayî ji bo bi hezaran malbatên Herêma Kurdistanê tê kirin.

Berpirsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya şaxê Hewlêrê Stav Aso di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, hejmara giştî ya alîkariyên wan 300 hezar dolar e û li tevahiya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dê li ser bi hezaran malbatan werin dabeşkirin.

Weke ku Stav Aso behs kiriye, pişka herî mezin a alîkariya darayî dê li Hewlêrê be û îro 200 malbat û sibe duşemê jî 250 malbatên din dê sûdê ji alîkariyan wan werbigirin.