Li çar bajarkên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartin dubare tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê biryar da ku li her yek ji bajarkên Hîlwan û Sêweregê yên girêdayî parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Urgupa Evşehîrê û Pinarbaşiya Qeyseriyê yên Tirkiyeyê hilbijartin dubare tên kirin.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê YSK ji bo nirxandin û biryardana li ser hin skalayan, ku ji aliyê partiyên siyasî ve li dijî hilbijartinan hatibûn tomarkirin, civiya.

Li qezaya Pinarbaşiyê ya parêzgeha Qeyseriyê, partiya opozisyonê CHPyê nerazîbûna xwe li beranberî biryara dubarekirina hilbijartinan diyar kir. Daxwaza CHPyê ji aliyê YSKyê ve hat redkirin. Bi vî awayî jî, hilbijartin dê ser ji nû ve li wî bajarkî bên kirin.

Li bajarkê Urgupê yê girêdayî Evşehîrê jî, piştî ku MHPyê nerazîbûna xwe li beranberî encamên hilbijartinan diyar kir, biryar hat dan ku hilbijartin dubare bên kirin.

Herwesa li her du bajarkên Hîlwan û Sêweregê yên girêdayî bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê jî, biryar hat dan ku hilbijartin bên dubarekirin. Li dû rojhijmêrka hilbijartinan, roja 2ê Hezîranê hilbijartin dê bên dubarekirin.

Serê sibeha roja Yekşemê, 31ê Adara 2024ê, hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin. Tevaya dengan ji hev hatine vavartin û li dû encamên destpêkê, CHP li rêza yekê tê, pêşî AK Partiyê ku 37.77% ya dengan bi dest xwe xistiye.

Ji 30 şaredariyên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, CHPyê 14 şaredariyên mezin bi dest xistine, li her du şaredariyên mezin ên Enqere û Stenbolê, kandîdên CHPyê di hilbijartinan de bi ser keftin û serokatiya wan şaredatiyan misoger kiriye.

Di derheqa partiyên Kurdistanî de jî, Dem Partî li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê pêşeng e. Ew jî ev bajar in; Ixdîr, Amed, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Dêrsim, Êlih, Mûş, Colemêrg û Agirî.